Netaniyahu, wezîrê cengê wêda dide
Medyayên Rejîma Siyonîst ji zarê çavkaniyên agehdar ragihandin tevî biryara vê rejîmê ji bo girankirina kêşeya bi Hizbullahê re li bakûrê Libnanê, pirr muhtemel e Bênyamîn Nataniyahu, wezîrê cengê yê neyarê siyasetên xwe wêde bide û kesekî din dayne dewsa wî.
Radiyo û televîzyona Rejîma Siyonîst ji zarê çavkaniyekî li nivîsgeha Bînyamîn Netaniyahu, serokwezîrê vê rejîmê ragihand: Yûav Galant, wezîrê cengê yê Îsraîlê wê bi vê zûtiyê ji aliyê Netaniyahu ve were wêda dayîn û Gedûn Saêr wê dewsa wî bigire.Çavkaniyên agehdar medyayên Rejîma Îsraîlê re gotine, li muzakireyan nihêrînên li ser dewsgirbûna Saêr bi Galant pirr li hev nêzîk bûne tevî viya nivîsgeha Netaniyahu hebûna hevhatinê înkar nekiriye.Li gorî gotina van çavkaniyan, tevlîbûna Gedûn Saêr, endamê parlimana Rejîma Siyonîst li hikûmetê û kabîneya Netaniyahu, dê îhtimala şansê wî ji bo mayîna li desthilatê heta sala 2026`an garantî bike. Hema di vê çarçoveyî da, Îtmar Bên Guwêyr, wezîrê ewlehiya navxwe ya Rejîma Siyonîst jî got: Dema derxistina Yûaf Galant, wezîrê cengê ji kabîneyê gihîştiye.