Tebax 31, 2024 19:43 Asia/Tehran

Berxwedana Îslamî ya Libnanê kurteyek ji operasyona xwe ya dijî artêşa dagirkir a Îsraîlê di roja Îniyê da weşand.

Medyaya Hizbullahê daxuyaniyek belav kir û ragihand: Berxwedana Îslamî bi armanca piştevaniya ji gelê berxwedêr ê Filistînê li Zîvala Xezzê û berxwedana wan a wêrek û bi rûmet, duh Îniyê çendîn operasyon dijî cihê mayîna hêzên artêşa Îsraîlê li ser sînorê di navbera Libnanê û Filistîna dagirkirî de pêk anîn. Di vê daxuyaniyê de hatiye ku, navenda Zebedînê li zeviyên Şebayê, navenda El Remsa li bilindahiyên Kefr Şobayê, Herş Beriam, Metle, Cebel Nezr bi awayeka deqîq bi mûşekan hatin hedefgirtin.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê herwiha ragihand ku wan çeperên tabûra topxaneya 411`an a dijminê siyonîst li Nafe Zeîf û navenda lîwaya 300 ya rojava li baregeha Yeirayê û kombûna leşkeran li derdora wê dan ber mûşekên Feleq û Katyuşayê. Li gorî vê daxuyaniyê, operasyona Hizbullahê wek bersivdana li êrîşa şeva buhurî ya rêjîma dagîrker ser gundên ewle li başûrê Libnanê pêk hatiye.