Hamas: Netanyahu li dû lihevkirinê nine
Berdevkê Tevgera Hemasê wek berteka li himber lidarxistina dewra nû ya muzakirên agirbesê li Dohaya Qeterê, teqezî kir ku serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li dû lihevkirinê nîne û siyaseta Amerîkayê ji bo berdewamiya jînosayda li Zîvala Xezeyê bikar tîne.
Cîhad Taha, Berdevkê Hamasê di hevpeyvînekê de got: Bêguman rejîma dagîrker tenê astengan li pêşiya muzakiran e, û eva hema ev tişt e ku wezîrê cengê Yoav Galant çend rojan berê piştî danîna şert û mercên nû bi armanca berdewamiya êrişan derbarê wê li xwe mikur hat.Berdevkê Hamasê her wiha got: Binyamîn Netanyahu serokwezîrê rejîma dagîrker naxwaze lihevkirinek çê bibe û siyaseta Amerîkayê bikar tîne bona ku demê derbas bike û ji atmosfereke medyayî ya erênî ya nerastîn sûdê werdigre û muzakiran wek mehneyekê ji bo berdewamiya komkujiyên bi xof bi kar tîne. Dewra nû ya muzakirên agirbesa li Xezeyê rojên Pêncşem û Înê li Dohayê hat lidarxistin.Amerîka, Qeter û Misrê roja Îniyê li daxûyaniyeke hevpar ragihandin ku Waşîngtonê pêşniyarek daye Hemas û Rejîma Siyonîst ku pê wê qeliştên mayî li rêketina agirbesê li Xezeyê tijî bike.