Gef li desteya werzişê ya israyîlî hat xwarin: Neyên Parîsê, em dê wekî ya li Monîxê bînin serê we
Hefteyek mayî bo destpêbûna pêşbirkên Olempîka Parîsê, çend werzişkarên israyîlî nameyên gefbar ên nenas bi rêya îmeylê wergirtine di wan nameyana da wiha gef li wan hatîye xwarin: Li Parîsê dê xêrhatinê nebêjin we. Heke hûn bên, em dê li her derî zîyanê bigihînin we, em ê Mûnîxa 1972ê dubare bikin.
Tirs û xof ketîye nav endamên desteya werzişê ya Israyîlê ku dil heye beşdarî pêşbirkên Olempîka 2024-Parîsê bibe ji ber ku hefteyek mayî bo destpêbûna pêşbirkên Olempîka Parîsê, çend werzişkarên israyîlî nameyên gefbar ên nenas bi rêya îmeylê wergirtine ku di wan nameyana da ew hatine hişyarkirin ku neyên Olempîka Parîsê. Ew nameya ji hêla rêxistineke naskirî va hatîye wajokirin ku çend endamên wê vê dawîyê di çarçova tivdîrên amadekarîya bo destpêkirina Oelempîkê da hatine girtin.
Di vê nameya nenas da wiha gef li werzişkarên israyîlî hatîye kirin: Rêxistina Berevanîya Ji Gel radigihîne ku dil heye zîyanê bigihîne her israyîlîyê beşdarê Olempîka Parîsê. Heke sîyonîst heke tirsandinê bidomînin, dê çarenûsa wan wekî çarenûsa filistînîyên Xezzeyê bibe. Hpn gazî Parîsê nehatine kirin. Heke hûn bên, em ê Mûnîxa 1972ê dubare bikin. Her kêlî û li balafirgeh, hotel û kolanan baldar bin, em dê zîyanê bigihînin we.