Berteka Ensarullaha Yemenê li hember êrişa Rejîma Siyonîs tser Bendera hudeydê
Endamê konseya bilind a siyasî ya Yemenê wek berteka li hember aêrişa artêşa Rejîma Siyonîst ser Bendera Hudeydê got, bombebarana dijminê Siyonîst xelkê me yekgirtî dike û wê derbeyên bibandortir lêxin.
Mihemed Elî El Hûsî, got: Her welatekî Ereb ku hewl bide alavên ku em diavêjin, bişopîne, dê bibe armanca me û em ê wek Îsraîlê pê re tev bigerin. Êrişa Îsraîlê ser Hudeydê yê bêbersiv nemîne.
Elî El Qehûm, endamê polîtboroya Tevgera Ensarullahê, li hember êrişên Rejîma Siyonîst li parêzgeha Hudeydê û sekinîna li ser hedef û navendên sivîl ên vê parêzgehê, axifî û got: Bersiva bi êş a yemeniyan di rê da ye û hûn ê ji bersiv û cezakirina yemeniyan bêpar nemînin.
Nesredîn Amêr, berpirsekî din ê Tevgera Ensarullaha Yemenê, wek berteka li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser bendera Hudeydê, bersiva Ensarallah a Yemenê teqez da zanîn. Vî endamê payebilind ê Tevgera Ensarullaha Yemenê destnîşan kir ku hêza gelê Yemenê ji hemû hêzên şerût zêdetir e.