Sîyonîst dixwazin desteserbûyîyên wan û êxsîrên filistînî lihev bên guhertin
Sîyonîst dixwazin desteserbûyîyên wan û êxsîrên filistînî lihev bên guhertin
Encama nûtirîn rapirsîya li Filistîna Dagirbûyî nîşan dide ku pirranîya niştecihên Israyîlê dixwazin ku sîyonîstên desteserbûyî û êxsîrên filistînî li hev bên guhertin.
Li gorî encameke vê rapirsîyê ku Şebekeya 12 ya Televîzyona Rejîma Sîyonîst li dar xistîye, sedî 66ê israyîlîyan dixwazin ku ev rejîma û Hemas l iser lihevguhertina êxsîrên filistînî û sîyonîstên desteserbûyî li hev bikin.
Li gorî vê rapirsîyê, herwiha sedî 54.12ê israyîlîyan jî ser vê bawerê ne ku nabe Netanyahu here Waşîngtonê û çêtir e ku li Israyîlê bimîne û rêkevtinameya digel Hemasê wajo bike.
Biryar bû ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bi merema axavtina li Kongira Amerîkayê seredana Waşîngtonê bike ku ew seredana ji ber êrişa bi xwofirrê ya hêzên yemenî hat paşdaxsitin.
Hêzên çekdar ên Yemenê berbanga duh bi xwofirreke ku radar nîşan nade êrişî avahîyeke li nêzîkî balyozxana Amerîêakyê ya li Tel Aîvvê kirin.