May 25, 2023 17:49 Asia/Tehran
  • Kanala Suez 'ê hat astengkirin

Rayedarên xwecihî yên Misrê ragihandin ku keştiyek bi alaya Hong Kongê b navê Xin Hai Tong 23 îro (Pêncşemî) li Kanala Suez'ê di herîyê da asê maye û bûye sebeb ev kanal were astengkirin.

Kanala Suez 'ê rêbihureke avî ya çêkirî li Misrê bi dirêjahiya 192 kîlomitran e ku Deryaya Sipî (Medîterane) digihîne Deryaya Sor.

Li gorî rapora malpera Rojnameya Le Figaro'yê, Rayedarên misrî ragihandin ku ji ber vê rewşê rê li ber derbasbûna herî kêm çar keştiyan ji paş keştiya asêmayî di heriyê da hatiye girtin.

Li gorî vê raporê, hewl tê dayîn ku ev keştî dîsan bi rê keve.

Kanala Suez'ê rêgeha herî bilez a ajotina keştiyan navbera Ewropa û Asyayê ye û derdora sedî 12 ji tevahiya bazirganiya deryayî ya cîhanê bi rêya vê kanalê pêk tê.

 

Serepeyv