May 24, 2023 18:54 Asia/Tehran
  • Siltanê Omanê dê Yekşemiyê were Îranê

Heysem Bin Tariq Siltanê Omanê dê Yekşemiyê serdana Îranê bike.

Dîwana Siltaniyê ya Omanê bi daxuyaniyekê ragihand, Heysem Bin Tariq Siltanê Omanê dê Yekşemiya bê serdana Îranê bike.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Di daxuyaniya Dîwana Siltaniyê ya Omanê da hatiye: Bi armanca xurtkirina dostiya navbera siltannişîna Omanê û Komara Îslamî ya Îranê û xurtkirina peywendiyên mînak û cînaretiya baş û bersivdana bo vexwendina Îbrahîm Reyîsî Serokkomarê Îranê, bi yarmetiya Xwedê, Siltan dê serdaneke durojî bo Îranê pêk bîne ku dê ji roja Yekşemiyê28ê Gulana 2023an va dest pê bibe.

 

Serepeyv