May 22, 2023 17:54 Asia/Tehran
  • Hêrtzog: Eger kabîneya Îsraîlê û dijber li hev nekin, rewş dê gelekî xeternak bibe

Li pey pêkhatina qeyrana siyasî ya berfireh li hundirê Rejîma Siyonîst û bêencambûna gotûbêjên navbera hevpeymaniya serokwezîrê vê rejîmê û dijberê wî da, Îshaq Hêrtzog serokê Rejîma Siyonîst tekez kir ku eger ew li hev nekin, rewş dê gelekî xeternak bibe.

Îshaq Hêrtzog Serokê Rejîma Siyonîst ku rêbertiya gotûbêjên di navbera hevpeymaniya serdest bi serokatiya Binyamîn Netanyahû û dijberan bi serokatiya Yaîr Lapîd serokwezîrê berê yê vê rejîmê ji bo lihevgihîştina li ser pêşnumaya bigengeşe ya guhertinên dadweriyê di vê rejîmê da dke, got ku gotûbêjên çend hefteyî navbera Netanyahû û dijberan heta niha negihîştine ti encamekê. Wî tevî amajeya bi xeter û dûhatên lihevnekirina navbera hevpeymaniya serdest û dijberan ji bo Rejîma Siyonîst, got ku dewama jiyana Îsraîlê girêdayî bi bidestxistina liyektêgihîştineke wiha ye.

Serokê Rejîma Siyonîst heta niha çend caran nîgeraniya xwe ji qelaş û qeyrana navxweyî ya giran li Rejîma Siyonîst li ser biryarên kabîneya Netanyahû nemaze pêşnumaya pêkanîna guherînan di sîstema dadweriyê da ku hevpeymaniya serdest li dû pesendkirina wê ye, diyar kiriye û heta derbarê qewimîna şerê navxweyî li nav siyonîstan jî hişyarî daye.

Hêjayî gotinê ye, pesendkirina pêşnumaya pêkanîna guherînan di sîstema dadweriyê da demek beriya niha ji aliyê Netanyahû va hat paşxistin, lê vê dawiyê careke din ji aliyê Netanyahû va hatiye hilêxistin.

Li gorî nûçeyeke din ji erdên dagirbûyî yên Filistînê, Çavkaniyên ibrî qala qewimîna agirpêketinê li nêzikî bajarê Til Avîvê li erdên dagirbûyî û rawestîna hereketa trenan li çend bajarokên siyonîstnişîn kirin. Çavkaniyên ibrî îro nîvro ragihandin ku bereya agir li nêzikî bajarê Til Avîvê ji ber bayên tund berfireh bûye.

Hevdem Berdevkê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê got, Amerîka bi bêdengiya derheq cinayetên Îsraîlê, vê rejîma dagirker bo dewama destdirêjî û cinayetên xwe teşwîq dike.

Nebîl Ebû Redîne Berdevkê Teşkîlata Xwerêveber a Filsitînê bi daxuyaniyekê ragihand: Tiştê ku li Kampa Belate'yê qewimî û di encamê da hejmareke welatiyan şehîdû  hejmarek jî bi gulelyên leşkerên rejîma dagirker birîndar bûn, tevkujiya rasteqîn û dewama şerê giştalî dijî gelê Filistînê ye.

Wî her wiha got: Destdirêjiya berdewam a leşker û bajaroknişînên siyonîst ser bajarê Nablusê û kampên wî, cinayeteke cengê ya mezin e ku bilez divê dawî lê were.

 

Serepeyv