May 15, 2023 13:39 Asia/Tehran
  • Muzakireyên Iraq û Kuweytê bo kivşkirina sînorên hevpar ên di navbera her du welatan de

Berdevkê Wezareat karên Derve ya Iraqê, derbarê lidarxistina civîna komîteya teknîkî ya Iraq û Kuweytê bo gotûbêjê bona kivşkirina sînorên hevpar ên her du welatan agahî da.


 Ehmed El-Sehaf, Berdevkê Wezareta karên Derve ya ya vî welatî îro got: Şeşemîn civîna komîteya teknîkî ya hevpar a Kuweyt û Iraqê bona kivşkirina sînorên hevpar di navbera her du welatan duh li Kuweytê hat lidarxistin. 

 El-Sehaf got:  Şanda Kuweytê bi serokatiya Mensûr Eyad El-Etîbî, Alîkarê Wezîrê karên Derve yê vî welatî û şanda iraqî bi serokatiya Usman Selman El-Ebdûdî, rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê beşdarê vê civînê bûn. 

 El-Sehaf bal kişand ser vê yekê ku ev civîna dewama  gotûbêjên hevpar di warên teknîkî û hiqûqê bo kivşkirina sînorên deryayî bû û teqez kir: Di vê hevdîtinê de her du aliyan li hev kirin ku gotûbêjên kêrhatî di navbera her du aliyan de bona xurtkirina peywendiyên bi biratî ku her du welatan bi hev re girêdide, bên domandin. 

 

Serepeyv