Adar 18, 2023 08:43 Asia/Tehran
  • Qeyran li Filistîna Dagirbûyî didome, mala Natanyahu hat dorpêçkirin

Medyayên filistînîyan û sîyonîstan ragihandin ku bi sedan leşkerên Hêza Deryayî ya Artêşa Rejîma Sîyonîst ên malnişîn şeva buhurî dor li mala Serokwezîrê vê rejîmê Benyamîn Natanyahu girtin.

Eva çend hefte ye ku nerazî li bi dehan şarên ji bakur bigire heta başûra Filistîna Dagirbûyî ji wan li Tel Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî û Hertzilîyayê dijî kabîna rastgir û tundrê ya Natanyahu daketin kolanan. Şemîya buhurî jî zêde ji 300 hezar israyîlî ji bo hefteyan dehan a bi dû hev li Tel Avîvê û şarên din ên Filistîna Dagirbûyî xwenîşandanek dijî kabîna Natanyahu li dar xistin. 

Ev xwenîşandana nerzîyan di halekî da ye Serokê Rej'ma S'yon'st Ishaq Hertzog pêncşemê şevê ji bo cara heftan derheq qewimîna şerê navxweyî li Filistîna Dagirbûyî hişyarî da. 

Wî têkildarî qeyrana nika ya li Israyîlê ku ji ber ``guhertina pergala dadwerîyê`` bi rê ketîye, got: Em ser durêyanê ne; yan qeyraneke dîrokî û yan kêlîyeke dîyarker û yekalîker.