Adar 17, 2023 16:40 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Libnanê xwest ku ‘Riyaz Selame’ were girtin

Hikûmeta Libnanê daxwaza girtin û destdanîna ser mal û darayîyên ‘Riyaz Selame’ Serokê Banka Navendî ya vî welatî kir.

Li gorî rapora IRIB News’ê ya roja Înîyê, Li pey destjikarkişandina ‘Riyaz Selame’ û amadenebûna wî û birayê wî ‘Reca’ û ‘Marîyan El-Hewîk’ alîkarê Selame di civîna lêpirsînê li Koşka Dadweriyê ya Libnanê, hikûmeta vî welatî doz li dijî wan vekiriye û daxwaza girtin û zeftkirina mal û heyîtiyên wan kiriye.

Hikûmeta Libnanê di giliya xwe li dijî Serokê Banka Navendî û kesên nêzikî wî sê daxwaz hilêxistine ku pêkhatî ji girtina wan û destdanîna ser heyîtiyên guhêzbar û neguhêzbar ên van kesan, astengkirina hesabên bankê yên wan û hevjîn û zarokên wan û derxistina daxwaza cezayê li dijî van sê kesan ji bo darizandina li Dadgeha Beyrûtê û sepandina cezayên herî giran li dijî wan e.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Banka Navendî ya Libnanê ku bi gendeliya darayî ya berfireh hatiye tawanbarkirin, roja Pêncşemiyê nameya destjikarkişandina xwe radestî Serokwezîrê Hikûmeta Karrêkxer a Libnanê kir.

Dosyeyên gendeliya darayî yên ‘Riyaz Selame’ Serokê Banka Navendî ya Libnanê li vî welatî, her wiha li Fransa, Lûkzambûrg, Almanya û çend welatên din vekirî ne û ew sala 2021ê bi dizîna zêde ji 300 miliyon dolarî ji Banka Navendî ya Libnanê hatiye tawanbarkirin.

‘Riyaz Selame’yê 72 salî bi piştevaniyên aşkira û nihênî ji aliyê rayedarên amerîkî va, ji sala 1993an va Serokê Banka Navendî ya Libnanê ye û dewreya berprisyariya wî di Gulana 2023an da bi dawî dibe.

 

 

Serepeyv