Adar 16, 2023 19:06 Asia/Tehran
  • Serokê Banka Navendî ya Libnanê dest ji kar kişand

Serokê Banka Navendî ya Libnanê ku bi gendeliya darayî ya berfireh hatiye tawanbarkirin, nameya destjikarkişandina xwe radestî Serokwezîrê Hikûmeta Karrêkxer a Libnanê kir.

Dosyeyên gendeliya darayî yên “Riyaz Selame” Serokê Banka Navendî ya Libnanê li vî welatî, her wiha li Fransa, Lûkzambûrg, Almanya û çend welatên din vekirî ne û ew sala 2021ê bi dizîna zêde ji 300 miliyon dolarî ji Banka Navendî ya Libnanê hatiye tawanbarkirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Nûçeya destjikarkişandina “Riyaz Selame” Serokê Banka Navendî ya Libnanê di rewşekê da hat weşandin ku dora diduyan a lêkolînên dadweriyê derbarê diziya wî bêyî hebûna wî di civîna lêpirsînê da bi cih hat.

“Riyaz Selame”yê 72 salî bi piştevaniyên aşkira û nihênî ji aliyê rayedarên amerîkî va, ji sala 1993an va Serokê Banka Navendî ya Libnanê ye û dewreya berprisyariya wî di Gulana 2023an da bi dawî dibe.

 

Serepeyv