Adar 16, 2023 15:56 Asia/Tehran
  •  Pirsgirêkên nexweşên Şêrpenceyê li Yemenê ji ber girêdayîbûna derbasgehan

Ji ber girêdayîbûna derbasgeh û rêyan li Yemenê bi taybet li parêzgeha Heceyê, hin pirsgirêk di warê veguhestina nexweşên şêrpenceyê û bidestxistina imkanên dermankirinê da pêk hatine.

Cîgirê Serokê Navenda Tendirustiyê ya parêzgeha Heceyê ‘Tariq Miswak’ got: Nexweşên şêrpenceyê li Yemenê neçar in ku bi rêya deryayê hatûçûn bikin, ji ber ku hêzên destdirêjker îznê nadin wan ku ji derbasgehên bejahî derkevin.

Sefera deryayî ya nexweşên şêrpenceyê û nivîşkanbûyiyên ji ber teqîna mînan, ji bendera Mîdiyê li parêzgeha Heceyê li perrava Deryaya Sor dest pê dibe û demeka dirêj digire ber xwe ta ku nexweş xwe bigihînin perravên El Muxayê li parêzgeha Teizê li başûrê Yemenê.

Nexweşên şêrpenceyê diçin tenha navenda dermankirina şêrpenceyê li Teizê ku tevî dorpêçbûna bajêr û kêmbûna îmkan û dermanan, xizmetan raberî nexweşên ji parêzgehên din jî dike.

Bi derbasbûna 8 salan ji destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê, hîna jî dorpêçkirina vî welatî ya ji hêlên bejahî, hewayî û deryayî ve didome û siûdî nahêlin ku kelûpel, xwarin û alavên dermankirinê derbasî Yemenê bên kirin ku ev yeka bûye sedem qeyrana li Yemenê zêde û giran bibe.

 

Serepeyv