Adar 15, 2023 17:47 Asia/Tehran
  • HAMAS: Em ji bo azadkirina gişk êxsîrên filistînî hewil didin

Serokê Polîtbîroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) amajeyî azadkirina êxsîrekî filistînî piştî 17 sal hepsîbûna di girtîgehên Rejîma Sîyonîst da kir û pêgirî kir ku pêwîst e gişk êxsîrên filistînî bên azadkirin.

Serokê Polîtbîroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) Ismayîl Henîye di gotûbêja telefonî ya digel Fuad Şevbekî êxsîrê filistînî da got: Em rêzê li berxwedana êxsîrên filistînî digirin. 

Henîye herwiha got: Meseleya êxsîrên filistînî kêşe û dilnigeranîyek ji bo hemî filistînîyan tê hesêb û her kes ji bo azadkirina êxsîrên filistînî bi her berdêla pêwîst, hewil dide.

Şayanî gotinê ye ku ji dema ku kabîna hevalbendîyê ya rastgir a tundrê ya Benyamîn Natanyahu û wezîrên tundrê yên wekî Îtmar Bên Gîvêr rewşa êxsîrên filistînî li girtîgehên Rejîma Sîyonîst girantir bûye.

4 hezar û 780 filistînî di girtîgehên Rejîma Sîyonîst da hepsî ne ku ji wan 160 zarok û 29 jî jin in.