Tebax 06, 2022 22:11 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezeyê gihîşt 15 kesan / 114 Filistînî jî birîndar bûn

Bi şehîdbûna du welatiyên din ên filistînî, hejmara şehîdên êrişên duh û îro yên Rêjîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê gihîşt 15 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 114 kesan.

Êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Gezeyê danê êvarê duh (Înî) bi navê “Sibeha Sadiq” dest pê kir û hîn  berdewam e.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê medyayên filistînî, filistîniyek bi navê "Hesen Mihemed Mensûr" 26 salî li encama êrişa hewayî ya artêşa Rêjîma Siyonîst li devera Şeşea li rojhilata kempa Cebeliyê şehîd bû û kesek din jî bi giranî birîndar bû.

Herwiha di encama êrişa balafirên Rejîma Îsraîlê li ser otomobîla malbateke filistînî li bakurê Xezayê welatiyekî 75 salî şehîd bû û 6 kes jî birîndar bûn.

Di van êrîşan de herî kêm 114 welatiyên Filistînî birîndar bûn.

Benny Gantz, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst îro piştî civîna xwe ya ewlehiyê, ji berdewamiya cinayetên vê rejîmê li Xezeyê agahî da û ferman da ku êrişên ser Xezeyê berdewam bibin.

Eva li halekê ye ku gurûpên berxwedanê yên Filistînê wek berteka li hemberî van cinayetan, bajar û bajarokên siyonîstî li navçên dagirbûyî bi zêde ji 200 mûşekan kirine armanc.

Tora El-Mayadîn ji zarê çavkaniyên ji berxwedana Filistînê ragihand: Tevgera Cîhada Îslamî ji bo bidawîkirina şer lezê nake û ber bi veguherandina şer ber bi şerekî demdirêj û dijminwestandî ve diçe ku dibe sedem eniya navxweyî ya Rejîma Siyonîst lawaz û bêdeshilat bibe. 

Serepeyv