Tebax 05, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Em ê Til Avîvê bi erdê va bikin yek

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê wek berteka li hemberî gefên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst, tekezî li ser pêkhatina hevsengiya Jinavbirina Til Avîvê li hemberî jinavbirina Zahiyeyê ji aliyê Hizbullaha Libnanê va kir.

Avîgdor Lîbêrmen wezîrê heyîtiyê yê Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî da gef xwar ku eger Hizbullah êrîşî ser sekûyên derxistina gazê bike û rûbirûbûna leşkerî li ser me bisepîne, em ê navçeya Zahiyeyê (derdora başûrê beyrûtê) ji ser nexşeyê jêbibin.

Li gorî rapora roja Înê ya El-Quds El-Erebî çapa Londonê, Şêx Nebîl Qawûq, Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Berxwedanê mûşekên xwe amade kirine û dê sekûyên derxistina gazê yên Karîşî û wêdatir ji wê jî dê bikevin ber êrîşê.

Qawûq got: Eger serokên dijminê israîlî bizanîya ku Berxwedanê ji bo binkeyên stratejîk ên neft, gaz û leşkerî yên Israyîlê çi tişt amade kirine, di wê rewşê da wan ê nekariya şevê razên.

 

 

Serepeyv