May 14, 2022 12:37 Asia/Tehran
  •  Hakimê Dubeyê beyeta xwe di gel birayê serokê berê yê Îmaratê ragihand

Hakimê Dubeyê piştî mirina serokê Îmaratê, di gel birayê wî beyet kir.

Şêx Xelîfe bin Zayîd Alê Nehyan serokê Îmaratê roja Înê di 73 saletiyê da koça dawî kir.

 

Li gorî rapora Fars Newsê, Şêx Muhemed bin Raşid Alê Mektûm cîgirê serokê dewleta Îmaratê û serokê Konseya wezîran û hakimê Dubeyê di gel şêx Muhemed bin Zayîd Alê Nehyan wek serokê Îmaratê beyet kir.

Li gorî qanûna bingehîn a Îmaratê, di dema valabûna cîgeha serokatiyê ji ber her sedemkê, desthilata wî bo cîgirê serok tê veguhestin. Yanî Muhemed bin Raşid Alê Mektûm hakimê Dubeyê dê karên welêt di dewreya veguhestinê da bigire ustiyê xwe.

 

 

Serepeyv