May 13, 2022 20:59 Asia/Tehran
  • Êrîşa siyonîstan ser Cenînê: Filistîniyek şehîd bû

Leşkerên siyonîst ên dagirker xortekî filistînî bi derbê gulleyê li Cenînê şehîd kir û 11 kes jî birîndar kirin.

Xortekî filistînî îro bi derba gulleya leşkerên dagirker li navçeya Keferdana Cenînê şehîd bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku heta vê kêliyê 11 filistînî bi derba gulleyên leşkerên siyonîst birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Bi şehîdbûna Şîrîn Ebû Aqile, nûçegihanan filistînî ya El-Cezîreyê li Cenînê, pevçûna navbera filistînî û leşkerên siyonîst gurrtir bûye.

Leşkerên Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya herî nû da, roja Çarşemiyê bi êrîşa ser Kampa Cenînê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, Şîrîn Ebû Aqile bi derba gulleyê şehîd kir.

 

Serepeyv