Mijdar 24, 2021 22:26 Asia/Tehran
  • Berteka tund a Tevgera Hizbullaha Libnanê li hemberî biryara Australyayê

Tevgera Hizbullaha Libnanê ragihand, biryara rayedarên australyayî ya danîna navê vê partiyê di lîsteya terorîsmê da, teslîmbûna li hemberî handanên Amerîka û Rejîma Siyonîst û siyasetên ser bingeha terorîsm û kuştinê ye.

Li gorî rapora El-Minarê, Tevgera Hizbullaha Libnanê roja çarşemiyê bi daxuyaniyekê biryara rayedarên australyayî şermezar kir û destnîşan kir: Ev biryar û biryarên bi vî rengî ku zêdetir hin welatên rojavayî dane, dê bandorekê li ser morala gelê sozdar ê Libnanê û morala azade û şerafetmendan neke.

Tevgera Hizbullaha Libnanê di vê daxuyaniyê da ragihand: Biryara Australyayê dê helwêsta Tevgera Hizbullaha Libnanê û mafê xwezayî yê vê tevgerê ji bo berxwedan û berevaniya ji welat û gelê xwe û piştgiriya ji tevgerên berxwedanê yên dijî dagirkerî û destdirêjiyên siyonîstî neguherîne.

Ev daxuyanî piştî wê hat dayîn ku dewleta Australyayê berbanga îro ragihand ku Tevgera Hizbullaha Libnanê datîne nav lîsteya rêxistinên terorîst.

Biryara dewleta Australyayê li pey lobîgeriyên rêxistinên siyonîstî û Rejîma Siyonîst hatiye dayîn.

Amerîka û Rejîma Siyonîst ji çend salan beriya niha va hin hewildan ji bo kêmkirina alîgiriya Hizbullahê li Libnanê dest pê kirine.

 

 

Serepeyv