Hezîran 11, 2021 00:22 Asia/Tehran
  • Li bakurê Yemenê di êrişa hêzên Siûdî de 4 kuştî û birîndar

Di encama topbarana ji aliyê artêşa Erebistanê ser deverên sînorî li bakurê Yemenê de çar Yemenî hatin kuştin û birîndar bûn.

Kanala El-Masira ragihand, di êrîşa topan a arteşa Siûdî roja Pêncşemê li devera El-Şêx ya bajarokê sînorî Menbeh li parêzgeha Seede ya bakurê Yemenê, sivîlek hate kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Herwiha Erebistana Siûdî di êrişa topan a ser devera el-Reqû ya li ser sînorê bajarê Menbeh de jî welatiyekî din ê Yemenî birîndar kir.

Ev êrişana di rewşekê de ne ku Erebistana Siûdî îdîa dike ji bo damezrandina agirbestê li Yemenê amad ye.

Di vê derbarê de, şandeyek Omanî vê heftê çû Senayê û bi karbidestên Hikumeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê re civiya û ragihand ku Erebistana Siudî amade ye ku şer rawestîne.

Civata Bilind a Siyasî ya Yemenî jibo danûstandinên pêşerojê sê merc danîn, rawestandina şer, rawestandina dorpêçê û bidawîbûna dagirkirina Yemenê ji alîyê hêzên Siûdî û Îmaratî ve.

Serepeyv