Hezîran 07, 2021 13:54 Asia/Tehran
  • Renge Enqere û Rejîma Siyonîst peywendiyên xwe normal bikin

Rayedarekî tirkiyeyî îdiaya ihtimala asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiyê û dewleta nû ya di halê damezirandinê ya Rejîma Siyonîst kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Rojnameya ibrî ya Israîl Hayomê ji zarê rayedarekî tirk ku nexwest navê wî were aşkirakirin, nivîsî: Qeyrana dîplomatîk a Enqerê digel Rejîma Siyonîst û pirsgirêka wê digel rêberê niha yê Til Avîvê yanî Bênyamîn Nêtanyahû serokezîrê vê rejîmê ye.

Vî rayedarê tirkiyeyî îdia kiriye ku welatê wî hez dike pêwendiyeke normal bi Rejîma Siyonîst ra dayîne û Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê jî pêştir tekez kir ku pirsgirêka Tirkiyê bi rêberiya vê rejîmê ra heye.

Li gorî vê raporê, Erdoxan gotibû ku wî daxwaza destpêkirina peywendiyên du aliyan kiriye, lê Nêtanyahû rê li ber wê yekê digire.

Vê rojnameya ibrî îdia kiriye: Mewlûd Çawûşoxlû peyameke girîng jibo Yayîr Yapîd rêberê Partiya "Pêşerojek heye" û Neftalî Benet rêberê partiya Yemînayê şandiye û tê da destnîşan kiriye ku heke delweta nû ya Rejîma Siyonîst dixwaze peywendiyan bi Enqerê ra asayî bike, divê siyaseta xwe biguherîne.

 

Serepeyv