Hezîran 04, 2021 21:43 Asia/Tehran
  • Lapid di avakirina hikumeta Rejîma Îsraîlê de biser ket

Serokê muxalefeta îsraîlê Yair Lapid duh agahî da serokê Rejîma Siyonîst ku wî dengên pêwîst ji bo avakirina hikumetê, bi dest xist.

Beriya demekê serokê lîsteya Ereban a hevbeş Mensûr Ebas ku 4 parlementer li Knesset de hene bang li Lapid kir ku koalîsyonekê ava bike.

Her wiha beriya demeke kurt ji bidawîbûna dema ku hatibû diyarkirin, serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid duh agahî da serokê Hikûmeta Rejîma Siyonîst ku ew di avakirina koalîsyonekê ji bo hikumetê ya li şûna serokwezîr siyonîst Benyamin Netanyahu ku ev 12 salin li ser kar e, biser ket.

Partiya Lapid di daxuyaniyekê de got: "Me agahî da serokê Îsraîlê ku em di avakirina hikumetê de bi ser ket û 7 roj li pêşiya serokê muxalefetê û hevalbendên wî hene da ku wezîrên xwe diyar bikin û baweriyê ji parlementa Rejîmê (Knesset) bigre."

Serepeyv