May 31, 2021 10:42 Asia/Tehran
  • Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên Yemenê bi Ebdul Malik el-Hûsî re hevdîtin pêk anî

Martin Griffiths, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên Yemenê, roja Yekşemê bi serokê Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê Seyd Ebdul Malik el-Hûsî re civiya.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, serokê Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê, di hevdîtina digel Nûnerê Taybet ê NYyê yê karûbarên Yemenê de, girêdana rewşa mirovî ya Yemenê bi pirsên leşkerî an sîyasî red kirin.

Seyd Ebdul Malik el-Hûsî herwiha di vê civînê de, derbarê nêzîkatiya NY li mijara karûbarên mirovî yên li Yemenê rexne kir.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths roja Yekşemê çû Senayê.

Di serdana du rojî de, Griffiths bi karbidestên Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenî re dicive û ewê li ser pêşvexistina prosêsa sîyasî jibo agirbesteke berfireh û rewşa mirovî li Yemenê gotûbêj bikin.

Hefteya borî, Griffiths li Riyazê bi karbidestên hikûmeta îstifakirî ya Yemenê (yê li Riyazê dimîne) û bi Erebistana Siûdî re û her weha bi serokê tîma danûstandinê yê Hikûmeta Neteweyî ya Rizgariya Yemenê re li Mesqetê, Mihemed Ebdul Selam re civiya.

Serepeyv