May 04, 2021 23:19 Asia/Tehran
  • Misir dê 30 balafirên “Rafale” yên Frasnî bikire

Dê Misir di demeke nêz de 30 balefirên şer ên “Rafale” ji Fransayê bikire.

Misirê di sala 2015’an de ji Fransayê 24 balefirên şer ên “Rafale” kirîbû û bûbû yekemîn welatê biyanî yê ku van balafiran dikire.

AFP’ê li gorî çavkaniyên xwe ev agahiya li ser kirîna balefiran piçek be jî piştrast kir.

Çavkaniyekî hikumeta Fransayê jî got ku “Bi Misirê re gelek nîqaş hatin kirin û dibe ku di demeke gelekî nêz de daxuyanî were dayîn.”

Li gorî agahiyên ku medyaya bi navê “Dîsclose” daye di navbera Misir û Fransayê de di 26’ê Nîsanê de peymaneke bi 3,95 milyar euro hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de 30 balefirên şer û fuzeyên MBDA, Safran Electronîcs û Defenseyê hene.

Serepeyv