Nîsan 08, 2021 22:06 Asia/Tehran
  • Endamê Ensarullahê: Destdirêjiya ihtimalî li ser Yemenê dê dawiyeka xweş jibo Tirkiyê bi xwe ra neyne

Endamê Konseya Siyasî ya Ensarullaha Yemenê got: Piştî têkçûna giran a Alê Siûd, destwerdana leşkerî ya kesên din ji wan Tirkiyê li Yemenê kiryareka edlane nîne û dê dawiyeka xweş jibo Yemenê tunebe.

Ebdulwehab Mehbeşî, Endamê Konseya Siyasî ya Ensarullaha Yemenê berbanga Pêncşemiyê di gotûbêja tev IRNAyê da got: Heke leşkerên Tirkiyê derbasî axa Yemenê bibin, dê çarenûseke xerabtir ji destdirêjkerên beriya xwe hebin.


Wî got: Amerîka û erebên Kendava Farsê bi hemî petrol û medya û kirêgirtiyên wan li Yemenê têk çûn û neçar man ku paş va bikişin û hewildana jibo peydakirina riyekê bi mebesta derketina ji vê hezeka xweçêkirî pêk bînin.

El Mehbeşî got: Heke Tirkiye derbasî meydana Yemenê bibe, nîşana wê yekê ye ku ew welata bi aqil û tevdîran nayê rêveberin, ji ber ku Erdogan li Sûriyê jî ku hevsînorê Tikriyê ye û rewşa destdirêjiyê jî hebû, têk çû.


Mehbeşî her wiha got: Serokomarê Tikriyê divê ji çarenûsa Omer El-Beşîr û Mihemed Bin Selman ibretê werbigire, ji ber heke destdirêjî li ser Yemenê pêk were, dê tirk zêdetir ji yemeniyan wî têk bibin.


Wî her wiha got: Destdirêjiya li ser Yemenê jibo Erdogan bi xwe, dewlet û çekdarên vî welatî dawiyeka xweş tunebe.

Serepeyv