Çile 20, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Blînken: Em ê biryara li ser Hûsiyan û Ensarullaha Yemenê ji nû ve binirxînin

Wezîrê Karên Derve yê nû yê Amerîkayê Antony Blînken diyar kir ku wê biryara Donald Trump a li ser Ensarullah û Hûsiyên Yemenî ku li lîsteya "rêxistinên terorîst" bi cih kiribû, tavilê ji nû ve binirxînin.

Blînken li pêşiya Senatoran axivî û got, "Ji bo em pê piştrast bibin ku tişta me kiriye li pêşiya alîkariya mirovî nabe asteng, em ê pêşniyar bikin ku biryar tavilê ji nû ve bê nirxandin."

Serokomarê li ber çûyînê yê Amerîkayê Donald Trûmp  Ensarullah û Hûsiyên Yemenê xistibû lîsteya reş û ev biryar roja Sêşemê ketibû meriyetê. Demokratan bang li Joe Biden kiribûn ku vê biryarê betal bike.

Bicihkirina Ensarullah li lîsteya rêxistinên terorîst, bûbû sedema tirs û fikaran ku ev biryar bandoreke nebaş li alîkariya mirovî ya navneteweyî bike.

Berdevka Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc bi civîneke çapemeniyê got, "Em li bendê ne ku hikumeta nû ya Amerîkayê vê biryarê betal bike."

Gelek rayedarên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî jî hefteya derbasbûyî xwestibûn ku biryar bê betalkirin.

Li Yemenê 6 sal in di navbera hêzên hikumeta îstîfakirî ya Yemenê ku Hevpeymaniya Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî jê piştgirî dike û şoreşvan û tevgera Ensarullaha Yemenê şer diqewime. Şoreşvan û tevgera Ensarullaha Yemenê, beşeke girîng a bakurê Yemenê kontrol dikin.

Ji sala 2015'an û vir ve di şerê dasepandiyê ya Hevpeymaniya Siûdî li dijî gelê Yemenê de bi deh hezaran mirov ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vî şerî li Yemenê krîza herî giran a mirovî diqewime.

Serepeyv