Tebax 02, 2020 13:46 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî û topxana dagirkerên siûdî ser Hudeyda Yemenê

Dagirkerên siûdî çendîn dever li parêzgeha Hudeydê ya Yemenê kirin hedefa mûşek û topxanê.

Îro kanala El-Mesîre ya Yemenê ragihand ku devera El-Dirîhemî li parêzgeha Hudeydê bû hedefa sereke ya êrişên dagîrkerên Hevpeymaniya Siûdî ku di encamê de xisarên giran li mal û avahiyên xelkê û yên gelêrî ketin û gelek kes jî hatin kuştin û birîndar bûn.

Ev êrişên dagîrkeran di rewşekê de ye ku Hevpeymaniya Siûdî îdia dikin bi awayekî yekalî agirbes damezrandine.

Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî û çend welatên din bi hevkarî û alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 şerekî giran li dijî gelê Yemenê dan despêkirin û ev welat ji wê demê heya niha ji erd, esman û deryayê dorpêç kirine. Di encama van kiryar û cinayetên dagîrkeran heya niha zêde ji 17 hezar hatine kuştin û bi dehan hezar jî birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware û bê mal û mesken bûne. 

Serepeyv