Wezîrê Derve yê Misrê:Insiyatîfa El-Qahîra çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk tîne
Tebax 02, 2020 08:57 Asia/Tehran
Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî, anî ziman ku insiyatîfa Misrê çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk tîne.
Şukrî dibêje: Însiyatîfa El-Qahîra di çarçoveya rêgez û encamên kongreya Berlînê ya navneteweyî ya Lîbyayê de, kar dike.
Misrê di Hezîrana derasbûyî de, insiyatîfa agirbestê li Lîbyayê ragihand.
Li gorî insiyatîfê, divê hemû hêzên biyanî hemû çeteyan derxin û milîsan jihev bixin û çekên wan radest bikin. Di heman demê de, kar û xebata komîteya leşkerî 5+5 li Cinêvê, were dewamkirin.