Tebax 01, 2020 18:16 Asia/Tehran
  • Nûçeyên dijhev derbarê biryara Tirkiyê jibo avakirina binkeya leşkerî li Omanê

Çavkaniyeke agah qala gotûbêjên pêşketî yên Tirkiye û Omanê û ihtimala damezirandina binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Omanê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê malpera El-Xelîc El-Cedîdê, Çavkaniyeke agah li Kendava Farisê got ku gotûbêjeke pêşketî navbera Tirkiye û Omanê heye; Lê hîn wan li hev nekirine.
Ji aliyê din va, Îbrahîm Karxol, sernivîskarê rojnameya Yenî Şefeqê ku nêzikî aliyên biryarder li Tirkiyê ye, ev gotûbêj wek "Kiryareke Mezin" bi nav kir.

 

Serepeyv