Tîrmeh 14, 2020 12:27 Asia/Tehran
  • Qahirê bertek nîşanî amadekariya Tirkiyê jibo beşdariya di operasiyona Sêrta Lîbyayê da

Wezîrê karên derve yê Misirê gotinên hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî derbarê amadekariya Enqerê jibo beşdariya di operasiyona leşkerî li bajarê Sêrta Lîbyayê, kiryareke pirr bixeter da zanîn.

Li gorî rapora ISNAyê, Samih Şukrî, Wezîrê karên derve yê Misirê rastbûna gotinên Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê karên derve yê Tirkiyê derbarê hebûna gotûbêjên navbera du welatan derbarê mijarên cûrbecûr di raborî da derew zanîn û got: Şerta Tirkiyê jibo agirbesa li Lîbyayê xeternak û berovajiya biryarnameya Konseya Ewlehiyê û Qanûnên Navneteweyî ye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê çend rojan beriya niha got: Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê tenê di rewşa paşvekişiyana hêzên Xelîfe Hefter ji navçeyên sereke û rojavaya welêt, agirbesê dipejirîne.

Wî her wiha got: Heke hêzên Xelîfe Hefter ji Sêrt û Cufreyê venekişin, dê dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê êrîşên xwe bidomîne.

 

Serepeyv