Tîrmeh 10, 2020 10:54 Asia/Tehran
  • Fermandeyekî hikûmeta îstîfakirî ya Yemenê hate kuştin

Fermanseyekî hikûmeta serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebd Rebuh Mensûr Hadî li bakurê vî welatî hate kuştin.

Li gor ajansa hikûmeta Tirkiyê ya Anadoluyê, kesekî agahdar di nav hêzên Mensûr Hadî got: Sultan Xalid Xersan fermanseyê fuca heftem a hêzên sînorvaniyê bi çend hevriyên xwe ve di encama êrişa balafireke bêpîlot de hatine kuştin.

Hin çavkaniyan jî diyar dikin ku Xersan û hevriyên wî di encama êrişa şaş a Hevpeymaniya Siûdî hatine kuştin.

Di gor raporeke din balafirên siûdî di 24 dsetên dawî de deverên xelknişîn li parêzgehên Cuf li bakur, El-Beyza li navend û El-Hudeyde li rojavayê Yemenê çendîn caran bombebaran kirin.