Tîrmeh 10, 2020 08:24 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna ciwanekî filistînî li rojavayê Çemê Urdinê

Ciwanekî filistînî bi gulla leşkerên siyonîstî li Kefel Harisê li bakurê qiraxa rojavayê Çemê Urdinê şehîd bû.

Îro serê sibehê ciwanê 33 salî yê filistînî ku ti çekek xwe tine bû û bi hevalên xwe ve di kolanekê rê diçên kete ber gullên leşkerên siyonîst û bi giranî birîndar bû û li riya gihandina wî bo nexweşxanê şehîd ket.

Nearamî û nerazîbûn li bajarê Qudsê û qiraxa rojavayê Çemê Urdinê ji ber hewldana Rejîma Siyonîstî bona pêşvebirina Proja Amerîkî-Siyonîstî ya zêdekirina parek mezin ji qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê ser erdên din ên dagîrkirî ku bi navê Proja Îlhaqê tê naskirin, zêde bûye.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu ku dil hebû ji roja çarşemê yekê Tîrmehê proja Îlhaqê cih bîne, ji ber rabûna gelê filistînî û dijberî û rexneyên tund ên  navneteweyî  heya niha ev proje cih nehatiye.