Tîrmeh 03, 2020 23:24 Asia/Tehran
  • Misir: Binpêkirinên Tirkiyê zirarê digihîne ewlehî û aştiya herêmê

Misir binpêkirinên Tirkiyê li dijî serdestiya xaka Iraqê şermezar kir û got, binpêkirinên domdar ên Tirkiyê zirarê dighîne ewlehî û aştiya herêmê. 

Wezareta Derve ya Misirê têkildarî desdirêjî û binpêkirinên Tirkiyê ser serdestiya xaka Iraqê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev binpêkirin redkirî ne, dibe ku zirarê bighîne aştî û ewlehiya herêmî

Her wiha ezareta Derve ya Misirê daxuyand ku "Dûbarebûna van kiryarên derveyî qanûnên navneteweyî  ku Tirkiyê hewl dide li ser hemûyan ferz bike, nîşan dide ku Tirkiye jêderekî sereke yê bê îstîqrariya herêmê ye ku Misirê gelek caran ev mesela piştrast kiriye ."

Misir piştevaniya xwe bi Iraqê û hikumeta wê yên li hemberî "Provokasyonan" diyar kir û bang li hemû aliyên iraqî kir ku bi kar û gotin rêzê ji serdestiya Iraqê re bigire.