Hezîran 30, 2020 11:55 Asia/Tehran
  • Li Lubnanê protestoyên ji ber rewşa aborî didomin

Duh jî xwpêşandêran li Terablusê ya bakurê Lubnanê rê girtin, her wiha dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û hin xwepêşandêrên din jî li dijî rewşa aborî ya welat li pêşiya Wezareta Aborî ya Beyrûtê civiyan û ev rewş protesto kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê duh diyar kir ku gelek rêyên Terablsê yên sereke hatine girtin, her wiha gelek dikanên bazirganiyê jî hatine girtin.

Şênî û bazirganên li dijî daketina nirxê lîreyê Lubnanê derketin kolanan, her wiha roja yekşema derbasbûyî jî ji ber betaliyê li bajêr xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li aliyekî din jî ji ber ku dolar li hemberî lîreyê Lubnanê bilind bûye û kel û pel biha bûne, şênî li pêşiya Wezareta Aboriyê meşek li dar xist.

Li herêmên Lubnanê duh xwepêşandêran gelek rê girtin û bi şev jî protesto kirin, di heman demê de di navbera artêşê û xwepêşandêrên li Antelias û Jal El-Dib a li bakurê Beyrûtê de nakokî derketin.