Hezîran 03, 2020 10:46 Asia/Tehran
  • Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Hevpeymaniya Siûdî bi navê piştevaniya ji Yemenê parsekiyê dike

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê wek berteka li hemberî civîna Riyazê ku bi armanca îdiayî ya komkirina alîkariyên aborî jibo Yemenê hat lidarxistin, destnîşan kir: Welatên destdirêjkir bi navê piştevaniya ji Yemenê parsekiyê dikin.

Erebistanê ku ji 26ê Adara 2015an va bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din êrîşî ser Yemenê kiriye, roja Sêşemiyê li Riyazê civînek bi armanca komkirina alîkariyê jibo Yemenê li dar xist; Di dawiya vê civînê da îdia hat kirin ku zêdetirî miliyarek dolar jibo Yemenê hatiye komkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mihemed Ebdulselam, Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Sîşemiyê bi şev di twitekê da nivîsî: Destdirêjkerên Siûdî ku bi destdirêjî û dorpêçkirina Yemenê, ji hêla exlaqî û siyasî va derdane, bi lidarxistina konferansa Riyazê wisa nîşan didin ku armanca wan alîkariya bo Yemenê ye.

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê tevî rexneya ji beşdariya welatan di vê konferansê da got: Beşdarên di vê konferansê da nabe ku li paş propagandaya sûcdaran cih bigirin û her welatek ku dixwaze alîkariya Yemenê bike, bila bi rakirina dorpêçê û rawestandina êrîşan, pişta Yemenê bigire.