Hezîran 02, 2020 23:27 Asia/Tehran
  • Wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî telîmata cihanîna plana dagîrkirina qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê da Artêşê

Wezîrê cengê yê Rejîma Îsraîlê ji serokê Erkantiya Artêşa vê rejîmê xwest bi vekolandina berûlayên cihanîna planên dagirkirina qiraxa rojavayê Çemê Urdinê, artêş di vê çarçovê de amade bike.

Balêavokab Îsraîl Heyum, Wezîrê cengê yê Rejîma Îsraîlê Benî Gantz li hevdîtina serokê Erkantiya Artêşa vê rejîmê Avîv Koxay jê xwest tîmeke hevbeş ji bo hevahengiya di navbera rêxistinên curbicur de bona şêwirkariya ser asta operasiyonên dagîrkerane li qiraxa rojavayê Çemê Urdinê pêk bîne.

Wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî duh duşemê jî li hevdîtina sefîrê Amerîkayê li Filistîna dagîrbûyî David Frîdman pê re ser plan û projên dagîrkirinê li hin beşên berfire yên qiraxa rojavayê Çemê Urdinê axivt.

Rejîma Siyonîstî li gor plana amerîkî ya "Danûstandina Sedsalê"  dil heye bi piştgiriya dewleta Trump ji despêka Tîrmeha 2020, sedî 30 ji axa qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê bêxe ser erdên dagirkirî.