Kanûn 04, 2019 17:30 Asia/Tehran
  • Zêde ji 100 nivîşkanên filistînî di zîndanên Rêjîma Siyonîst da ne

Desteya karê Hêsîr û awareyên Filistînê ragihand: Aniha zêde ji 100 nivîşkan û astengdarên filistînî di zîndanên Rêjîma Siyonîstî da hîsîr in.

Ebdul Nasir Fervane, Serokê beşa lêkolîn û belgewarkirinê ya Desteya karê Hêsîr û awareyên Filistînê bi daxuyaniyekê destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst bi girtina kesên nivîşkan hemî lihevkirinameyên navneteweyî nemaze soznameya mafên kesên nivîşkan û astengdar binpê kiriye.

Fervane got: Rêjîma Siyonîst ne tenê mafên van kesan berçav nagire û rêzê li qanûnên navneteweyî derbarê wan nagire, belkî hewcetiyên wan ên bingehîn jî dabîn nake û heta destûrê nade saziyên navneteweyî ku hewcetiyên wan ên pêwîst dabîn bikin.

Vî rayedarê Desteya karê Hêsîr û awareyên Filistînê destnîşan kir: Hîsîrên filsitînî wek hîsîrên din bi caran di zîndanên Rêjîma Siyonîst ketine ber işkence û azirînê.

Wî daxawza destwerdana bilez a Civata navneteweyî nemaze di Roja Cîhanî Nivîşkan û Astengdaran jibo azadiya van kesan ji zîndanên Rêjîma Siyonîst û bidestxistina mafên rewa û însanî yên wan kir.