Jordaçûna hejmara nivîşkanan li Yemenê; dûhateke şerê hevalbendîya seûdî dijî Yemenê
Sazîya Navnetewî ya Efûyê jordaçûna hejmara nivîşkanên yemenî yek ji dûhatên şerê hevalbendîya seûdî dijî Yemenê zanî.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Al Quds Al Arabî, Sazîya Navnetewî ya Efûyê îro di raporekê de ragihand ku ji destpêka êrişa ser Ymenê ji Adara sala 2015`ê ve, nêzî 4 milyon û 500 hezar kes ji nivîşkanên wî welatî bêpar bûne.
Ev rapora piştî 6 meh lêkolîna Sazîya Navnetewî ya Efûyê û dema seredana koma wê sazîyê bo sê parêzgehên başûra Yemenê û hevpeyvîna digel 100 kesan bi dest ketîye.
Di vê raporê de hatîye ku êrişa zorbêjane û neqanûnî ya hevalbendîya seûdî ser Yemenê û awarebûna gelê vî welatî bûne sedem ku gellek ji xelkê wî welatî pêrgî dijwarîyên zef bibin.
Sazîya Navnetewî ya Efûyê di rapora xwe da pêgirî kir ku alîyên navnetewî, NY û sazîyên mirovdostîyê divê hewil bidin berbendên ser rêya nivîşkanan ku dixwazin pêwîstîyên herîseretayî dabîn bikin, bên rakirinê.