Mijdar 12, 2019 16:53 Asia/Tehran
  • Erdên dagîrbûyî yên Filistînê bi dehan mûşekan ketin ber êrîşê

Komên Berxwedanê yên Filistînê wek bersiva şehîdbûna yek ji fermandarên Tevgera Cîhana Islamî ya Filistînê bi destê artêşa Rêjîma Siyonîst bi zêde ji 80 mûşekan erdên dagîrbûyî dan ber êrîşê û bi dehan bajaroknişîn birîndar kirin.

Rêjîma Siyonîst berbanga Sêşemiyê bi êrîşa ser rojhilata Zîvala Xezeyê Beha Ebû Eta ji fermandarên Tevgera Cîhana Islamî ya Filistînê û jina wî şehîd kirin û sê kes ji wan du zarokên wan jî birîndar kirin ku halê wan jî xerab e.

Ji sibeha îro va heta niha zêde ji 80 mûşek ji Zîvala Xezeyê kewkî aliyê bajarokên Israîlî hatine kirin.

Artêşa Rêjîma Siyonîst ragihand ku pergala bi navê Gumbêza Hesin tenê 20 mûşek li esmên teqandine.

Medyayên Rêjîma Siyonîst ragihandin ku bi dehan bajaroknişîn birîndar bûne. Zengila xeterê li bajarên Til Avîv, esqelan, Sedîrût, Netîfût û bajarokên din ên derdora zîvala Xezeyê bilind bûye.