Mijdar 12, 2019 09:55 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Stratejiya Trump ya li dijî Îranê negihêştiye encamê

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê seyd Hesen Nesrullah got: Komara Îslamî ya Îranê bi rawestana li ber boykot û zextên Anmerîkayê stratejiya serokomarê Amerîkayê Donald Trump bê encam kiriye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê duh bi minasibeta roja Şehîdê Berxwedanê desnîşan kir ku Îranê şiyana rawestan û serketina li hemberî zext û zorê heye û got: Gişt karzanên rojavayî roja îro bi eşkera dibêjin: Stratejiya Trump ya li dijî Îranê negihêştiye encamê û Trump bi hêviya gotûbêja telefonî ji aliyê Îranê ve rûniştiye, lê qet tiştekî wiha naqewme.

Nesrullah herwiha got: Berxwedana roja îro li rewşa herî jorîn a hêz û qaweta xwe li navçê  rawestaye . Wî herwiha bal kişand ser gotinên sekreterê giştî yê Ensarullaha Yemenê Ebdulmelik el-Husî û got: Mijar û hişyariya serokê Ensarullahê bo rejîma siyonîstî derheq êrişa muhtemel a vê rejîmê ser Yemenê , zêdebûna faktoreke din a hêzêa berxwedanê ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê li bara bûyerên dawiyê li Libnanê de got: Muzakire li Libnanê bona bidestxistina riya herî baş ya çareseriyê berdewam dike û her ji ber viya carê em ser cureya dewleta pêşerojê ya Libnanê tişt nabêjin.

Wî herwiha got ku Amerîka dev ji siyaseta zext û zorê bernade û wê li dijî iraqiyan bikar tîne daku rê li ber vebûna derbasgeha Ebûkemal bigire, çûnku amerîkî dizanin vekirina wê dibe sedema baştir bûna abora Sûriyê û Libnanê.