Teqezkirina serokkomarê Lubnanê ser berçavgirtina hin tivdîran bona baştirkirina rewşa aborî
Serokkomarê Lubnanê ser pêwîtsiya berçavgirtina hin tivdîrên pêdivî bi armanca baştirkirina rewşa baorî ya vî welatî teqez kir.
Li gorî rapora malpera nûçan a Al-Ahdê, Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê duh li civîna rayedarên aborî û yên vî welatî ser pêwîstiya hilkolandina rewşa niha ya aborî û bankî ya Lubnanê û her wiha cihanîna kiryarên pêdivî bo dabînkirina hevcetiyên xelkê teqez kir.
Ewn her wiha destnîşan kir: Divê bona girtina pêşiya weşandina dengoyan û nûçeyên derew ku beşa bankî û bi taybet istiqrara aborî ya Lubnanê dike hedef ji xelkê re bê ragahndin.
Her wiha duh civînek li koşka Beyt El-wesetê, meqera îqameta Sed Herîrî, serokwezîrê îstifakirî yê Lubnanê bi beşdariya Elî Hesen Xelîl, wezîrê heyîtiyê yê vî welatî û Huseyn Xelîl, alîkarê siyasî yê sekreterê giştî yê tevgera Hizbullaha Lubnanê û Herîrî hat lidarxistin.
Lubnan ji 17 Cotmehê va heta niha şehedê xwenîşandana gelanî bona protestokirina rewşa sermalê û qeyrana aborî ye.