Binpêkirina herêma hewayî ya Lubnanê
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî cardinê herêma hewayî ya Lubnanê binpê kirin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê ji navça El-Naqorê li başûrê Lubnanê derbasî herêma hewayî ya vî welatî bûne û ser esmanê Beyrûtê û derdora wê geşt lêdan û pişt re ji navça Yaronê ya Herêma hewayî ya Lubnanê derketin.
Eva yekim car nîne ku Rejîma Siyonîstî herêma hewayî û deryayî ya Lubnanê binpê dike.
Biryarnama 1701ê ya konseya ewlehiyê ya NY ku piştî kutabûna şerê 33 rojî ya Îsraîlê bi Lubnanê li sala 2006`an hat pejrandin, Rejîma Siyonîstî ji kiryarên bi dijminatî li dijî Lubnanê dûr dixe lê ev rejîma bêyî ku bala xwe bide ser vê biryarnamê, herêma hewayî, bejahî û deryayî ya Lubnanê binpê dike.
Lubnanê bi caran ji konseya Ewlehiyê ya NY û civakên navneteweyî xwestiye ku kutakirina van êrişên Rejîma Siyonîstî bikeve dewrê.