Îlon 12, 2019 18:43 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Filistînê: Bila Rêjîma Sîyonîst were boykotkirinê

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê ji Konseya Ewlehîyê ya NY xwest ku ji ber nêta qirêj a Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ku dixwaze hin deverên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê tevlî Erdên Dagirbûyî bike, wê rêjîmê boykot bike.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Logzamborgê li Ramellahê de got: Sûdwergirtina ji hilbijartinên parlimanî jibo berfirekirina bajarokên Sîyonîstnişîn li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê bêrêzîya aşkira li biryarnamên Konseya Ewlehîyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê di wê hevdîtinê de herwiha xwest ku Konseya Ewlehîyê û YE`yê zûka jibo sekinandina binpêkirina qanûnên navnetewî bi destê Israyîlê bikevin dewrê.

Wezîrê Karên Derve yê Logzamborgê jî di wê hevdîtinê de ragihand ku karên Rêjîma Sîyonîst yên êşandina filistînîyên bêberevan nayên qebûlkirinê.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst roja Sêşemê ragihand ku heke di hilbijaretinên bê yên parlimana wê rêjîmê de ser keve, dê hin deverên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê tevlî Erdên Dagirbûy bike.

Netanyahû herwiha got ku ew dê planeke tam jibo avakirina hin bajarokan li gelîyê Urdinê raberî parlimana rêjîma Israyîlê bike.