Derbasbûna Îranê bo nav bazara Gaza LNG yê
Îlon 03, 2015 09:06 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê civata welatên firoşerê gazê got ku Îranê dil heye ku derbasî nav bazara gaza LNGyê bibe.
Muhemed Husêyn Adilî, sekreterê giştî yê civata welatên firoşerê gazê li gotûbêja tev hejmara îro ya rojnama Itimadê çapa Tehranê got ku ixracata Îranê bo Ewrûpayê tenê bi du şêwazên xeta boriyê û her wiha bi awayê LNG a aborî cih tê.Muhemed Husêyn Adilî li bara siyasetên Îranê derheq derbasbûna nav bazara LNG tekez kir ku bona hizûra li bazara cihanî ya gazê welêt divê îmkana ixracata bi LNG û him jî ji riya boriyê hebin û Îran jî li dû vê bazarê ye .
Wî her wiha li bara kiryarên cih hatî ji aliyê civata welatên firoşerê gazê got ku civata GICF ji riya guhestina lêzanînan û tecrubeyan li dû dabînkirina berjewendiyên bilinde welatên endam e.
Adilî her wiha got: Ev civata bi pêkanîna tîma taybet alûgurên li bara aboriya cihanî, daxwaza cihanî ya gazê û asta berhemanîn û firotinê ku ser siyaseta endaman bi bandor e bi awayê mehane û rojane radigihîne nunerên civatê.
Wî destnîşan kir ku dabînkirina berjewendiyên endamên GICFê tenê ji riay hewldana bo berbiçavbna rola gazê wek ardûyê paqij li cihanê û jordebirina para wê li enerjiya cihanî serê xwe digre .