Pevçûna yar û neyarên Trump li bajarê Bêrkliya Kalîfornyayê
Adar 05, 2017 12:25 Asia/Tehran
Li xwenîşandana yar û neyarên Trump li Kalîforniyayê şer û pevçûn çêbû
Li xwenîşandana roja şemiyê ya yar û neyarên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li Kalîforniyayê şer û pevçûn çê bû.
Di navbera piştgîrên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê ku li parkeke Birikliyê pê dar û gaza îzotê diroşmên bi nîşana piştevaniya Trump didan û neyarên wî şer û pevçûn çêbû ku serê axirê bû sebeb polîsê dijî şorişê bikeve meydanê.
Berdevkê polîsê Amerîkayê ragihand ku li şer û pevçûna di navbera piştgîrên Trump û neyarên wî ku sercem 200 hetanî 300 kes bûn û li parkeke Birikliyê kom bibûn, sê kes birîndar bûn û sercem 5 kes jî hatine girtin.
Serepeyv