Parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê lihev baketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/multî_medya-i251953-parlimanterên_jin_li_meclisa_tirkîyê_lihev_baketin
Nakokî û gêreya di navbera parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê bû sedem ku ew lihev bakevin.
(last modified 2024-08-13T09:59:24+00:00 )
Çile 22, 2017 10:26 Asia/Tehran

Nakokî û gêreya di navbera parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê bû sedem ku ew lihev bakevin.

 li dewama nîqaş û gengeşeyên gurr ên parlimanteran li meclisa Tirkîyê jibo guhertina qanûna bingehîn a vî welatî, di navbera parlimanterên jin da gêre û şer derket.

Nakokî û gêreya di navbera parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê bû sedem ku ew lihev bakevin.

Ev lihevxistina wê demê derket ku parlimantereke Partîya Dad  ûGeşepêdanê (AKP) hewl da ku nerazîbûna Aylîn Nazlikaya parlimantera serbixwe kuta bike. Nazlikayayê bi nîşana nerazîbûn destên xwe bi tirîbûna meclisê va girêdabû.

 Parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê lihev baketin

Îro Ayşe Acar parlimantera HDP`ê jî ku serê sibê ji alîyê polîsan va li Istenbolê hat girtinê, piştî dayîna îfadeyan li dadgehê hat azadkirinê. Ew bi şertê ku ji welêt dernekeve hatîye azadkirinê.