Salvegera wefata hezreta Zeynebê (S)
Îrana islamî li şeva salvegera koça dawîn a hezreta Zeynebê (S) di nava xem û matemê da ye.
Îro şemî, 15`ê meha Receba sala 1437`an a koç- hîvî beranberî 23`ê Nîsana 2016`an û 4`ê meha Ferwerdîna sala 1395`an a koçî- tavî salvegera koça dawîn a hezreta Zeynebê (S), neviya peyamberê hêja yê islamê (S) û keça hezreta Fatimeyê (S) û hezretê Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê di sala 63`ê ya koçî- hîvî ye.
Hezreta Zeynebê (S) li kêleka birayê xwe hezretê îmam Husêyn (S), îmam sêyem ê şîeyên cîhanê, li dijî tevgera serhişk û rêderketî ku karesata mezin a Kerbelê pêk anî, disekinî.
Ew piştî şehîdbûna birayê xwe yê hêja anku îmam Husêyn (S) û rêhevalên wî yên sozdar hevrê ligel kesên din ji binemala paqij a peyamberê hêja (S) wek dîl hatin girtin lê, di vê hêsîrtiyê da bi xutbeyên bicoş û mentiqî, pênaseya qirêj û û fasid a Benî Umeyeyê eşkere kir.
Bizava bixwîn a îmam Husêyn (S) ligel hewldanên eşkerekirinê yên hezreta Zeynebê (S) li Kûfe û Şamê dijî hikûmeta fasid a Yezîd, armanc û felsefeya serhildana Îmam Husêyn (S) sahertim mayînde kir.
Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Islamî ya Îranê bi minasibeta salvegera koça dawîn a hezreta Zeynebê (S) sersaxiyê dide gişt misilmanên cîhanê bi taybet şîeyan.