Merasima Remyê Cemeratê li Minayê
Îlon 01, 2017 11:17 Asia/Tehran
Zîyaretkirên mala Xwedê ji wan zîyaretkirên îranî merasima Remyê Cemeratê yek ji merasimên hecê li Mênayê li dar xistin.
Li gorî merasimên heca Temetoê, zîyaretkirên mala Xwedê di roja 10`ê Zêlhecê de, yek ji Cemeratan, Cemereya Eqebe yan Şeytanê Mezin didin ber heft keviran. Piştî Remyê Cemeratê, dora rukneke din a heca Temetoê ango qurbankirinê (serjêkirina ajeleke helalgoşt) ye.
Di vê demê de, zîyaretkir dibin hecî û dikarin ji Êhramê (kincên taybet ên hecîyan) derkevin û mûyê serê xwe bitiraşin.
Zîyaretkir herwiha roja înî 10`ê Zêlhecê Eyda Qurbanê pîroz dikin.