Civîna nehemîn a Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354261-civîna_nehemîn_a_silêmaniyê
Civîna nehemîn a Silêmaniyê bona hilkolandina pirsgirêkên herî girîng ên Iraq, navçe û cîhanê hat lidarxistin û sibê 17 Nîsanê jî yê bidome.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 16, 2025 16:51 Asia/Tehran

Civîna nehemîn a Silêmaniyê bona hilkolandina pirsgirêkên herî girîng ên Iraq, navçe û cîhanê hat lidarxistin û sibê 17 Nîsanê jî yê bidome.

Civîna Silêmaniyê kevintirîn û bibandortirîn civîna siyasî li Herêma Kurdistanê ye ku mazûvanê rêber, rewşenbîr û biryarderên siyasî yên  seranserê cîhanê dike. Di vê civînê de her wiha derbarê hilbijartinên dahatî yên Iraqê û rewşa siyasî ya navxweyî û şêwaza tevlîkirina guherînên navxweyî bi alûgurên navçeyê û navdewletî gotûêj hatin kirin.

Di vê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Sûriye di rewşeke gelekî hestiyar de ye û pêwîstiya wan bi alîkariya navdewletî heye. Mesrûr Barzanî derbarê têkliyên bi Îranê re jî got:

Pêwendiyên me yên dostane ligel Îranê hene, em rêzê li têkiliyên xwe yên bi Îranê re digirin.

Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîr û serokê niha yê hikmeya neteweyî ya Iraqê jî di civîna Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir.

Civîna Silêmaniyê  yek ji civînên siyasî yên Iraq û navçeyê  di sala 2013ê de ji aliyê Navenda Lêkolînên navçeyî û Navdewletî ya Zanîngeha Amerîkî ya Iraq-Silêmaniyê ve xebata xwe destpê kir.

 

 

Mesrûr Barzanî ragihand ku Sûriye di rewşeke gelekî hestiyar de ye û pêwîstiya wan bi alîkariya navdewletî heye.